QSD: Baweriya hêza me heye ku DAÎŞ’ê bi temamî tine bike

QSD’ê bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê daxuyaniyek da û diyar kir ku şerê Reqayê gaveke girîng bû ku çarenûsa herêmê diyar kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe ya têkildarî salvegera 4’an a Rizgarkirina Reqayê de ev got: “Destpêkê em şehîdên xwe yên ku bi saya wan em gihîştin vê rojê û şervanên ku xelkê Reqayê ji zilmê xelas kir, bi bîr tînin."

QSD`ê destnîşan kir ku rizgarkirina Reqayê mînaka operasyoneke cesaretê û mezin a hêzên wan bû û armanc jî xelaskirina gelê herêmê û cîhanê ji teror û zilmê bû û got: “Şervnên me baweriya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê wergirt da ku erka xwe ya exlaqî, mirovî û nîştimanî temam bikin."

QSD`ê bal kişand ser girîngiya rizgarkirina Reqayê û ev nirxand kir: "Bidawîbûna DAÎŞ`ê li Reqayê gaveke girîng bû ku çarenûsa herêmê bi tevahî diyar kir. Pêngava rizgarkirina Reqayê derfeteke mezin bû da ku DAÎŞ`ê were tunekirin, belav nebe û xetereya wê li ser cîhanê sînordar bibe."

QSD`ê qala hevkariya QSD û hemû hêzên ku şerê li dijî DAÎŞ`ê dikin û di serî de Koalîsyona Navneteweyî û anî ziman ku ew hêvî dikin destek hîna zêde bibe.

QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Baweriya hêza me heye ku DAÎŞ`ê bi temamî tune bike û sûcdaran darizîne, ceza bike û edaletê pêk bîne. Lewra em pabendiya xwe ya parastina xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû êrîşan, nû dikin."