Leşkerên Tirk êşkence li sê ciwanan kir, ji bilindahiya sê metreyî avêt

Dewleta Tirk a dagirker, bi hinceta ku hewl dane ji sînor derbas bibin, êşkence li sê ciwanan kir û ji bilndahiya ji sê metreyan avêt.

Li gorî agahiyan, Xalid Setim Casim û Ehmed Cuma Casim ên ji Sirînê û Mistefa Ehmed El Elî yê ji Minbicê, bûn hedefa êrişa derveyî mirovahiyê ya dewleta Tirk.

Leşkerên Tirk bi hinceta ku hewl dane sînor derbas bikin 3 ciwan girtin, êşkence li wan kirin û ji bilindahiya ji sê metreyî avêtin.

Li gorî wêneyên ku ji aliyê ANHA'yê ve hatine weşandin, pişta ciwanekî ji êşkenceyê şîn û mor kirine.