Ciwanan li Tebqayê dagirkeriya Tirk protesto kirin

Ciwanan liTebqayê bi meşeke meşaleyî gef û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto kirin. Ciwanan di çalakiyê de piştgiriya çalakiya Malbatên Şehîdan a li Deriyê Sêmalka jî kirin.

Bi pêşengtiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan Tebqayê, bi tevîbûna bi dehan ciwan êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên nû ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşeke meşaleyî protesto kirin.

Meşa ciwanan ji pêş Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya destpê kir. Di meşê de meşale, wêneyên şehîdan, alên ciwanên şoreşger, alên Partiya Sûriya Pêşerojê û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re û ka em şoreşa xwe biparêzin", "Dîrok dê sûcên wê yên derexlaqî binivîse" hatin hildan.

Meş li ber navenda çand û hunerê ya li naverasta bajêr rawestiya û endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir El-Selecî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin, her wiha gefên dewleta Tirk û yên AKP’ê ku wê êrîşên leşkerî yên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne red dikin.

Em li kêlek malbatên şehîdan ên li pêş dergehê Sêmalka protesto dikin disekinin, her wiha li rex dayikên xwe yên cenazeyên zarokên xwe dixwazin ku bi guleyên îxaneta PDK’ê di kemînekê de şehîd bûbûn, disekinin.

Em ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên Tebqayê em ê li hember planên mêtingeriyê hişybar bin. Li dijî her kesên ku dixwazin êriîşî xaka me bikin em ê di yek xendeqê de  li kêlek hêzên gerîla û QSD’ê bisekinin û hemû sûcên ku Erdogan û çeteyên wî li dijî gelê me dikin, eskere bikin, heta em vê dagirkeriyê ji xaka xwe re têk dibin û rêberê xwe Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad dikin."