Êl û rûspiyên Reqayê salvegera 4’an a rizgariya Reqayê pîroz kirin

Êl û rûspiyên Reqa û gundewarê wê, salvegera 4`an rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAÎŞ`ê pîroz kirin, bang li civata navneteweyî kir ku dawî li dagirkeriya li ser xaka Sûriyeyê bînin.

Êl  û rûspiyên Reqa salvegera 4’an a rizgarkirina Reqa ya li ser destê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a 17`ê Cotmeha 2017`an a ji DAÎŞ`ê û di 20`ê Cotmeha heman salê de serkeftina wê hate ragihandin pîroz kirin.

Li ser mijarê li ser navê êş û rûspiyan Şêxê Êla El Elî Ramandan El Rehal daxuyanî da.

Remadan El-Rehal, fedekariyên hêzên QSD`ê silav kir û diyar kir ku bi saya QSD`ê DAÎŞ tine bû û ji bajêr hat derxistin.

‘EM AŞTÎ XWAZIN’

El-Rehal hemû şehîdên di rizgarkirina bajar de canê xwe dane, bibîr anî û got: “Em bi vê boneyê ji cîhanê re piştrast dikin ku em aştîxwaz in, ne şerxwaz in. Em hewl dide vî welatî ava bikin. Em têde azad bin û li gorî çand û kevneşopiyên xwe em zarok û nifşên bê fêrî çanda hezkirin, wefadarî û fikrê rast û wekheviyê bikin.”

‘LI BER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK RAWESTIN’

Remadan El-Rehal bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî cidî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bisekinin, wê ji Sûriyê derxe da ku şênî vegerin warên xwe.

‘BIJÎ QSD Û RÊVEBERIYA XWESER’

Di dawiya daxuxyaniyê de El-Rehal got: “Em QSD û hêzên ewlekariyê spas dikin ku ewlehiya vî bajarî diparêzin. Bijî QSD û bijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.”