Li Tebqayê 66 şehîd hatin bîranîn

Li Tebqayê ji bo 66 şehîdên sê mehên dawîn merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ji bo bîranîna 66 şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmeh yên QSD'ê û Hêzên Ewekariya Hundirîn, Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan merasîmeke li hola Şehîdan a li goristana Şehîdan a Tebqayê li dar xist.

Merasîm bi deqîqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan vêxistin .

Piştî xwendina nasnameyên 66 şehîdan, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl, bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê fermandar Elî Mehmûd û hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Her wiha hate gotin ku fedakariyên şehîdan girêdanan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wêneya rasteqîn û cewherî ya projeya neteweya demokratîk e.

Di dawiyê de belgefîlmeke li ser jiyana 66 şehîdan hate pêşandan.