Li Şamê li dijî mînîbusa leşkerî êrişa bombeyî: 13 kes mirin

Li paytexta Sûriye Şamê li dijî mînîbuseke leşkerî êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê Sanayê, otobusa leşkerî dema ku di ser pira Rais re diçû du bombe hatin teqandin.

Di encama teqînê de herî kêm 13 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku bombeyeke sêyemîn jî hatiye tespîtkirin û îmhakirin.