SOHR: Êriş li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî hate kirin

SOHR'ê ragihand ku droneyên nenas êriş birin ser baregeha Tinêfê ya Koalîsyona Navneteweyî.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji baregeha Tinêfê ya Koalîsyona Navneteweyî dengê teqînan hatiye. SOHR'ê diyar kir ku bi droneyan êriş li ser depoyeke madeyên xurekê û mizgeftekê hatiye kirin, teqîn jî di encama vê êrişê de bûye.

Lê belê nehate eşkerekirin ku drone yê kê ne.

SOHR'ê her wiha ragihand ku li herêma bi 55 kîlometreyî dûrî baregeha Tinêfê ya li ser sêgoşeya Iraq, Urdun û Sûriyeyê, artêşa Mexawir El Sewra kete nava liv û tevgerê.

Li dijî baregeha navborî yekemcar êrişeke bi vî rengî hate kirin.