Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Dêra Zorê 22 DAÎŞ'î hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyoneke ewlehiyê ya bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û HAT’ê de 22 DAÎŞ'î li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê girtine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyoneke ewlehiyê ya bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û HAT’ê de 22 DAÎŞ'î li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê girtine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber teqîn û sûîkastên karmendên saziyên sivîl û leşkerî operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê lidar xist. Di operasyonê de şaneyeke DAÎŞ'ê hate girtin ku ji 22 çeteyan pêk dihat.
Têkildarî operasyonê, Endamê Rêveber ê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Saib daxuyaniyek da û got: "Piştî operasyona şopandin û lêgerînê ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, cihê endamên şaneyê hate zanîn. Ev şande li herêma Riz a gundewarê rojhilatê Dêra zorê ye."
Saib destnîşan kir ku endamên şaneya terorîst li herêmê xwe di malan de vedişartin, her yek peywirek girtiye.
Beşar Saib wiha domand: "Piraniya endamên şandeyê berpirsên sûîqastkirina berpirsiyaran, bicihkirina mayînan, peydakirina pêwîstiyên lojîstîk ji endamên şaneyê re ne."
Saib got: "Bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêm dorpêç kir û operasyona lêgerînê da destpêkirin. Di çarçoveya koordîne û xebateke bi baldarî de ku ji aliyê Hêzên Antî-Teror (HAT) ve endamên şaneya terorîst hatin girtin û herêma Riz ji şaneyan hate paqijkirin."
Beşar Saib diyar kir ku operasyonên wan ên li dijî terorê berdewam in.