'Li dijî êrişên dewleta Tirk em helwesteke neteweyî nîşan bidin'
Rêveberiya Xweser û TEV-DEM'ê êrişa dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kir û bang li gelan kirin ku li hemberî vê êrişkariyê helwesteke neteweyî û bi rûmet nîşan bidin.
Rêveberiya Xweser û TEV-DEM'ê êrişa dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kir û bang li gelan kirin ku li hemberî vê êrişkariyê helwesteke neteweyî û bi rûmet nîşan bidin.
Têkildarî êrişa doh a bi SÎHA'yan a dewleta Tirk li Kobanê kir ku di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên bi vî rengî li pey tunekirina destketiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bi vî rengî dixwaze tola DAÎŞ'ê hilîne.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan li pêşiya hewldanek ji bo çareserî û lihevkirina Sûrî-Sûrî dibe asteng û got, "Ev yek li ser paşeroja gelê Sûriyeyê xetere ye. Lewra em bang li hêzên çalak dikin û di nav de Rûsya ku wek hêzeke garantor li herêmê ye, her wiha Koalîsyona Navneteweyî ku di tunekirina DAÎŞ'ê de hevkar e, her wiha bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku bi erkên xwe rabin, rê li pêşiya van êrişan bigire. Her wiha ji ber binpêkirina lihevkirinên ku di vê dawiyê de çêbûne, hesabê ji dewleta Tirk bixwazin."
TEV-DEM BANG LI GELAN KIR: LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK EM HELWESTEKE NETEWEYÎ NÎŞAN BIDIN
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da got, "Em van êrişên Tirkiyê yên domdar ên li dijî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî kiryarekî terorîst û hovane bi nav dikin ku tor û daîreyên şerên taybet ên Tirkiyê plan kirine. Her wiha her kesên ku bi wan re hevkar e û çekên nûjen dide wan, hevkarê sereke yê vê komkujiyê ye ku dixwaze vîn û navên me her wiha ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.
Em wekî TEV-DEM'ê û bi dubarebûna van sûcên hovane yên li dijî îradeya gelê xwe yê Kobanê, hikumeta Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsyar dibînin, ku nikarin sînorekî ji terora Tirkiyê re deyne. Her wiha em ji hemû pêkhateyên herêmê re piştrast dikin ku gefên Tirkiyê ne tenê li dijî Kurdan ne, lê di serî de li dijî destketî û îradeya hemû pêkhateyên herêmê ye, ji lewma divê em li dijî hemû gefan xwedî helwestên neteweyî û birûmet bin."