Dagirkeran ji Gundê Memilo ya Efrînê 5 sivîl revandin

Çeteyên bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ û ‘El Mutasim Billah’ ên tên nasîn û girêdayî dewleta Tirk a dagirker 5 sivîl ji gundê Memilo ya Reco revandin.

Çeteyên bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ û ‘El Mutasim Billah’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Memilo yê navçeya Raco ya Efrînê avêtin ser malan û gelek kes revandin.

Çeteyan 5 sivîlên gund revandin.

Navê hinek kesên hatine revandin wiha ne: Reşîd Zêbar (Ebû Kawa), Selah Ehmed Îbrahîm û Mistefa Xelîl Zêbar hatin naskirin.

Ne hate zanîn bê ka çeteyan kesên revandine birine kûderê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gundê Memilo ji 12'ê Cotmehê ve revadina sivîlan ji aliyê çeteyan ve dewam dike. Heta niha zêdetirî 13 sivîlên gund hatine revandin û çarenûsa wan nediyar e.