Ciwanên Amûdê ji bo Hefteya Lehengiyê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya çalakiyên Hefteya Lehengiyê de meşek li dar xistin û berxwedana gerîlayan silav kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya çalakiyên Hefteya Lehengiyê de meşek li dar xistin û berxwedana gerîlayan silav kirin.
Bi minasebeta salvegera 36'an a Hefteya Lehengiyê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Amûdê meşek li dar xist.
Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Xwendekarên Demokratîk hatin hildan. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.
Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin.
Di dawiyê de qeydeke deng li ser jiyana şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) hate guhdarkirin.