Dewleta Tirk li Racoyê jinek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê Îlham Ebdurehman revand.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê Îlham Ebdurehman revand.
Amûra sûckirinê ya dewleta Tirk "Polîsên Leşkerî" li navçeya Raco ya Efrînê jin a bi navê Îlham Ebdurehman Silêman a 42 salî revand.
Li gorî agahiyan, Îlham Ebdurehman birine zindana Maratê ya li navenda Efrînê. Îlham Ebdurehman dayika 5 zarokan e.
Hevserê Îlham Ebdurehman Ebdo Karik jî beriya çend mehan ji aliyê dagirkeran ve hatibû revandin û aqûbeta wî nayê zanîn.