Şêniyên Kobanê: Rêbertî xeta me ya sor e
Şêniyên Kobanê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me xeta sor e."
Şêniyên Kobanê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me xeta sor e."
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her girantir dibe. Şêniyên Kobanê gotin ku çi ji wan bê xwestin ew ê ji bo rêberê xwe bikin.
Şêniyê bi navê Mihemed Emîn Îbrahîm axivî û got: “Rêberên gelên cîhanê bi azadî dijîn, lê Rêberê me di girtîgeha dewleta Tirk a faşîst de ye. Çima wisa dikin? dixwazin vê moral û îradeya me bişkînin, lê wê moral û vîna me her tim bilind be, em gelê Kobanê her tim li pêy Rêberê xwe ne û heta dilopa dawî ya xwîna xwe emê her tim bi Serokê xwe re bin.”
Mihemed Emîn Îbrahîm di dawiyê de wiha biryardariya xwe anî ziman, “Em ê her tim piştewanê Serokê xwe bin û heta azadiya Serokê xwe em ê bi her awayî têkoşîna xwe xurt bikin. Em gelekî xwedî îrade ne û emê bi her awayî têkoşîna xwe bidiomînin.”
Her wiha jina ciwan a bi navê Hebûn Mihemed jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Di demê berê de malbat û parêzerên Rêbertiyê hevdîtin bi Rêbertiyê re dikirin, lê ev bû demeke dirêje ku tu agahî ji Rêberê me tune ye.”
Hebûn Mihemed bal kişande ser tirsa dewleta Tirk a ji bandora fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axaftina xwe domand; “Dewleta Tirk dît ku her kes li pey fikir û felsefeya Rêbertiyê dimeşe û tevahî civak li ser wê fikrê ye, ev yek ji wan re dijwar hat û tecrîda giran li ser Rêbertiyê ferz kirin. Lê çi dikin bila bikin em her tim li pêy fikir û felsefeya Rêbertiyê ne û em şopdarê vê ne.”
Hebûn di beşek din a nêrînên xwe îşaret bi girîngiya rolê ciwanan kir û ev bang li ciwanan kir, “Bi taybetî Rêbertiyê ji bo ciwanan gotiye ku ‘Me bi ciwantiyê dest pê kir û em ê bi ciwantî serbikevin’. Banga me li tevahî ciwanan heye ku xwedî li vê fikir û felsefê derbikevin û şopdarê rêya wê bin. Pêwîste ciwanên her çar parçeyê Kurdistanê piştgiriya Rêberê xwe bikin. Ew Rêberê ku ewqas ked û nirx dayî ciwana û gotiyê ‘Ciwan ji bo min xeta sor e’, divê em jî êdî bêjin ku Rêbertî ji bo me xeta sor e. Çi bê xwestin, em bi her awayî amade ne.”
Di dawiyê de jina ciwan Hebûn Mihemed bi van gotinan helwesta xwe raber kir, “Çi ji me were xwestin emê ji bo Rêberê xwe bikin. Ger giyanê me were xwestin em ê ji bo Rêbertiyê feda bikin. Rêbertî tenê ji bo kesayeta xwe nekiriye, wî ji bo civakekê kiriye. Di hemû dewletên li cîhanê bi her kesî re hevdîtin tê çêkirin, lê tenê ji bo Rêbertiyê her tişt qedexe bûye.”
Şêniya bi navê Cîhan Bozan derbarê heman mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got “Dewleta Tirk a dagirker ji bo çi tecrîdê li ser Rêbertiyê ferz kiriye? Em jî dixwazin sala 2022 bibe sala rizgarkirina Rêbertiyê. Em bangawaziyê li her çar parçeyê Kurdistanê dikin, heta rizgarkirina Rêbertiyê ji tecrîda giran bila her kes rabe ser piyan.”
Cîhan Bozan jî axaftina xwe bi vegotina helwesta xwe bi dawî kir, “Raste Rêbertî bi fîzikî ne li gel me ye, lê fikir û felsefeya xwe li ba me ye. Emê jî her tim li ser fikir û xeta wî ya Netewa Demokratîk bin.”