Yekîtiya Jinên Ciwan: Em ê şopdarê xeta lehengiyê bin

Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya Heftiya Lehengiyê li qada şehîd Egîd meresimek leşkerî li dar xist û daxuyanî dan çepmeniyê.

Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya Heftiya Lehengiyê li qada şehîd Egîd ya bajarê Kobanê meresimek leşkerî li dar xist û daxuyanî dan çapmeniyê. Di meresimê de jinên ciwan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandarê Efsanewî Egîd û alên PKK’ê hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Behiya Ehmed ve hate wendin. Ehmet, Heftiya Lehengiyê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, gelên Kurdistanê û li hemû gerîlayên azadiyê pîroz kir.

‘XETA LEHENGIYÊ‘

Ehmed anî ziman ku destkeftiyên şoreşa Kurdistanê bi xwîna şehîdên leheng hatine bidestxistin û wiha pê de çû: “Bi lehengiya Fermandarê Efsanewî Egîd şerê azadiyê hate destpêkirin û bi hezaran ciwanên Kurd bûne şopdarên rêya Fermandar Egîd. Xeta lehengiyê ya ku Fermandar Egîd danî, ew weke jinên ciwan timî şopdarê xetê û Bêrîtananin. Pêşeroja azad bi ronahiya rêya wan de ye.“

‘BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ‘

Di dawiya daxuyaniyê de Ehmed, soza bilind kirina têkoşînê da û wiha dawî kir:“ Em soza xwe ya serkeftinê li hemberî wan nû dikin em ê bibin şopdarê şehîd Bêrîtan, şehîd Zîlan, şehîd Arîn, şehîd Nûjiyan û şehîd Viyan. Ji bo ku em tola wan li erdê nehêlin em ê têkoşîna xwe li dijî dewleta dagirker ya Tirk û hêzên dagirker bilind bikin "

Daxuyanî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.