Şehîd Îbrahîm Mihemed Omer hate oxirkirin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê hate oxirkirin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê hate oxirkirin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihemed Omer ku di 28’ê Adara 2022’an de dema li ser erka xwe bû, şehîd bû. Cenazeyê şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê hate oxirkirin.
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Firatê ya li naverasta bajêr wergirt û ber bi goristana Şehîdan a li başûrê bajêr ve ketin rê. Meresim bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di meresimê de endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mihemed El Ezîzî axivî. El Ezîz anî ziman ku şehîd Îbrahîm di oxira aştî û ewlehiya welat de gihişt şehadetê.
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesna El Zahir axivî û got: "Gotin têra fedekariyên şehîdên di oxira welat bi azad û rûmet bijîn de têrê nakin."
Piştî axaftinan endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El Îdo, belgeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.
Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana wan sipartin axê.