‘Em hewl didin modela rêveberiyên herêmî bi cih bînin’
Alîkariya Hevserokatiya Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer diyar kir ligel ku zehmetî û problem hene, ew hewl didin pergalê bi cih bînin.
Alîkariya Hevserokatiya Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer diyar kir ligel ku zehmetî û problem hene, ew hewl didin pergalê bi cih bînin.
Bi Şoreşa Rojava re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeê yek ji gava ji bo pergala ku gel di navenda wê de ye, pergala Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ye. Di van xizmetan de xeta sereke demokrasî ye.
Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî 11 hezar endamên wê hene, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 142 şaredariyên gel hene û girêadayî van saziyan 47 komîte hene. Alîkariya Hevserokatiya Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer got “Divê em karibin pêdiviyên rojane yên gel bi cih bînin. Ji ber vê di dawiya sala 2012’an de komîteyek hate avakirin. Di sala 2013’an de jî Şaredariya Gel hate îlankirin. Kesên ku wê gel temsîl bikin, divê ji nava gel bihatina hilbijartin. Bi hilbijartina di sala 2015’an de Meclîsa Şaredariyên Gel hate avakirin.Di van pêvajoyan de sê şaredarî û sê meclîs hatin avakirin.”
PERGAL HATE GUHERTIN
Bêrîvan Omer diyar kir piştî tecrubeyên ceribandina pêşîn di sala 2018’an de bi hilbijartinê re pergala Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî bêtir hatiye rêxistinkirin û got “Şaredariyên gel bi meclîsan hatin girêdan. Ev pergaleke nû bû, bivê nevê pirsgirêk çêdibûn. Avakirina pergala nû, guhertina wê, fêmkirina pergalê û pratîzekirina wê gelekî bi zehmet bû. Şemaya pergalê diyar e lê ew ê çawa were pêkanîn, di wî warî de fikar hebûn. Em bi xwe jî ditengijîn, pirsên wekî ji ber ku wê gel di nav vê pergalê de çawa bi cih bigire, wê çawa were temsîlkirin, wê têkiliya bi gel re çawa be, li ber me bû. Ev pergal jî hêdî hêdî tê asta ku em dixwazin û dike bibe çandek.”
BERPIRSYARIYA GEL A XWEZAYÎ
Bêrîvan Omer diyar kir ev pergal hê baş rûneniştiye û got “Ji sala 2012’an û vir ve gelek pêşketin çêbû lê em nikarin bibêjin ku me pêdiviyên pergala Ekolojî û Rêveberiyên herêmî bi cih aniye. Di pêdiviyên xwe yên rojane de jî pirsgirêk derdikevin pêşberî me, ne hêsan e ku em karibin pergala xwe baş bidin rûniştandin. Mînaka herî sereke, rojekê darek tê danîn roja din em dibînin dar an ji kokê hatiye rakirin an jî guliyên wê hatine şikandin. Di warê perwerdekirina gel de, em qels mane. Li gorî demên borî gel bîr dibe lê têr nake. Di warê paqijiyê de, em nehatine asta ku dixwazin. Pirsgirêkên mezin li ber me ne. Ji hinek tiştan re dem divê. Berpirsyarî ya hemûyan e, rêveberî, gel û şaredarî divê berpirsyar tevbigerin.”