'Konferansa Enternasyonalîst ji bo Îtalyayê jî dikare bibe çavkanî'

Zeryan Berxwedan destnîşan kir ku Konferansa Enternasyonal a Rojava ji bo wê tiştekî nû ye û got, "Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê."

Delegeya 1'emîn Konferansa Enternasyonalîst a Rojava Zeryan Berxwedan li ser konferansê ji ANF'ê re axivî.

Zeryan Berxwedan anî ziman ku kombûna enternasyonalîstên ji 27 zimanên cuda tiştekî gelekî bi bandor bû û got, "Min beriya niha li Îtalyayê ewqas hevrêyên ji deverên cuda yên cîhanê nas nekiribû.

Ji bo ev civak, ev hevrê ji sîstemê cudatir tiştekî nû biafirînin, ev yek tê wê wateyê ku li cîhanê pêwîstiya me bi yekîtiyeke hîn xurtir heye. Konferans gelekî hestewar bû. Ne tenê li Rojava ji bo meşandina karekî li welatên me jî hêz û enerjiyek di asta hestewariyê de da. Em fêhm dikin ku pirsgirêkên bingehîn li her welatî weke hev e, ya ku li herêmên cuda yên cîhanê civaka dieciqîne û dikuje sîstem bi xwe ye."

Zeryan Berxwedan anî ziman ku di konferansê de rola jinê gelekî girîng bû û got, "Ji ber ku jin 5 hezar sal in ji aliyê vê sîstemê ve tê eciqandin. Lewma jî jin li gorî mêr hîn bêhtir xwedî li tecrûbeyê derdikevin. Di enternasyonalîzmê de jin hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê pratîkî ve dikarin bibin pêşeng. Rola enternasyonalîstên jin ji bo ragihandina nirxên wekhevî û mirovahiyê ku li welatên me bi giranî nayên dîtin, gelekî girîng e."

Li ser encamên girîng ên di konferansê de derketin holê Zeryan Berxwedan got, "Hatina me ya li gel hev girîng bû. Ji ber ku me li Rojava karê enternasyonalîst kûr kir. Planên cuda hene. Bêguman perwerdekar bû. Li vir li Rojava rêxistinên hîn îdeolojîk hene; lê ji bo min a herî girîng ew e ku em ê karibin enerjî û îdeolojiya Şoreşa Rojava çawa bigihînin welatê xwe. Ji ber ku gelek caran dema em li welatê xwe vedigerin xwe weke windabûyî hîs dikin. Em fêhm nakin ku vî karê şoreşgerî dikarin çawa bimeşînin.

Ji ber ku em diguherin, nêrîna me diguhere, kesayetiya me diguhere. Dema ku em li cîhana xwe, li civakên xwe vedigerin, gelek caran nizanin ku karê şoreşgerî çawa bimeşînin."

Zeryan Berxwedan destnîşan kir ku bingeha vê şoreşê fikrên Abdullah Ocalan e, nêrîneke şoreşgerî ye ku xwe dispêre mirovahiyê û cudahiyan û wiha dewam kir, "Li her devera cîhanê li nava civakên me jî dikare bi cih were anîn. Bêguman bi gelek cudahiyan dikare bê pêkanîn. Mîna ku Rêber Apo jî dibêje, em neçar in ku civakên xwe analîz bikin û ji bo civaka xwe çareseriyên mirovî peyda bikin. Lewma fikrê Abdullah Ocalan, xebatên enternasyanîst ê nli vê derê girîng e li xaka me jî bên dewamkirin."

Zeryan Berxwedan got, "Weke miroveke Îtalyayî min girîngiya vê konferansê gelekî hîs kir. Difikirim ku nirxên vê tecrûbeyê çawa dikarim bigihînim Îtalyayê, hevrê, heval û malbata xwe. Bi dîtina min Îtalya welatekî welê ye ku li guherînê gelekî vekiriye. Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, di heman demê de ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê. Ji ber ku hevalên tevlî konferansê bûne ji cihên mîna hev in û ji heman sîstemê hatine, pirsgirêkên anîn ziman di heman demê de pirsgirêkên min e. Lewma jî em dikarin tiştekî din biafirînin. Hêviya min heye ku li Îtalyayê bi sûdwergirtina ji fikrên Abdullah Ocalan, tevgera Kurd dikarin rêxistiniya xwe ava bikin."