Li Kobanê fermandar Egîd hate bîranîn

Li Kobanê Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) çalakiyek li dar xist.

Fermandarê 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) ê ku di sala 28’ê Adara 1986’an de şehîd bûbû ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate bîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de qala lehengiya fermandar Egît û rola wî ya di nav şoreşa azadiya Kurdistanê de hate kirin. Di bîranînê de hate gotin “Ji bo ku mirov gelekî nas bike divê mirov qehreman û egîdên wî gelî nas bike. Ji bo me Kurdan jî fermandar Egîd qehremanekî mezin e û nasnameya lehengiyê ye.

Fermandar Egîd di sala 1980’î de derbasî qada Rêbertî ya li Lubnanê dibe û li vir bi qasî 7 mehan perwerde dibe. Tê zanîn ku Mazlûm Dogan li Êlihê fermandar Egîd tevlî nav şoreşê kiriye. Di 15’ê Tebaxê de dema ku fîşeka pêşîn li dijmin ket, bi vê pêngavê re êdî fermandar Egîd bi qehremaniya xwe hate naskirin.”