Li Dêrîkê ji bo 96 şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin

Bi tevlêbûna bi dehan welatiyên Dêrikê ji bo 96 şehîdên ku di nava 3 mehên Çile, Sibat û Adarê de li cih û demên cuda şehîd bûne merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Soza şopandina rêya şehîdan hat dayin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrikê bi merasîmekê 96 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat û Adar de ku li çiyayên Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîm li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê li dar ket, piştre têkildarî perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan, sînivîsyonek hat weşandin. Dûvre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oryan axivî û got: "Bîranîna şehîdan nûkirina soza şopandina rêya wan û parastina destkeftiyên bi saya wan hatine bidestxistine."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rûbar Dêrik axivî û got: "Em di salvegera 50`yemîn a rûmet, têkoşîn, azadî û rûmeta gelê Rojhilata Navîn de ne, Em di 50`î saliya Newroz, demokrasî, biratiya gelan, jiyana aştiyane û felsefeya neteweya demokratîk a ku yekîtiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir de ne."

Rûbar Dêrik anî ziman ku di şexsê şehîd Egîd de, ew hemû şehîdên meşeleya azadiyê ji gel re pêxistin, bi bîr tînin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.