Li navçeya Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîmek hat lidarxistin

Bi dehan şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hindurîn ku di dema erka xwe pêk dinanî de şehîd bibûn û , berê xwe dan navçeya Sirînê.

Saziyên sivîl, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr berê xwe dan Goristana Şehîdan a navçeya Sirînê û li wir ji bo her sê şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hindurîn şehîd Mihemed Emîn û şehîd xalid Şêxo ku di dema ser erka xwe bûn de gihiştin asta şehadetê û Şervanên QSD’ê Elî Şêx Berho bi nasnav Elî Kobanê yê li bajarê Şamê di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd bû merasîmek lidar xistin.

Her wiha merasîm bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanên şehîdan hat destpêkirin.

Rêveberiya navçeya Sirînê Mustefa Mislim di merasîmê de axifî û got, “Bi hezaran ciwan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirin. Me soz da ku em ê ji bo jiyanek azad û mirineke bi rûmet li berxwe bidin.”

Yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêber Mûsa soza têkoşîna li ser şopa şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Mihemed Emîn Sirîn bi dirûşmeyan spartin axê, şehîd Elî Şêxo ji bo oxirkirinê ber bi Kobanê ve û Şehîd Xalid Şêx Berho jî ber bi navçeya Qena ve hatin oxirkirin.