Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Îbrahîm Omer li Minbicê şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Îbrahîm Omer li Minbicê şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da û got, "Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn em sersaxiyê ji malbata Şehîd Îbrahîm re dixwazin û li pêşberî fekariya şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bejna xwe ditewînin ku ji bo parastina gelê xwe berdêlên giran da. Heta ku aştî û aramiyê bînin hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li ser şopa şehîdan bin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:
Nav paşnav: Îbrahîm Omer
Bav: Mihemed
Dayik: Xelfa
Cih û dema tevlîbûnê: Qenaya Kobanê 8-10-2018
Cih û dema şehadetê: Minbic-28-3-2022"