Li Efrînê rejîma terorê: Kesekî dî jî hate revandin

Dewleta Tirk li Kantona Efrînê li gundekî kesekî 26 salî revand.

Li gorî agahiyên berdest li gundê Qîbarê dewleta Tirk a dagirker ciwanekî bi navê Evdo Semîr Necar ê 26 salî revandiye.

Haya kesî ji aqûbeta Necar nîne.

Dagirkerên Tirk 27'ê Adarê jî li gundê Mîrkanê yê navçeya Mabata li dibistanekê reşandibûn û zaroyekî 10 salî birîndar kiribûn.

Eynî rojê li navçeya Raco diya pênc zarokan a bi navê Îhal Evdirehman revandibûn. Beriya bi çend mehan hevserê wê Evdo Karik jî hatibû revandibûn û bi aqûbeta wî nayê zanîn.

Dewleta Tirk a dagirker ji Adara 2018'an û wir ve di serî de li Efrîna dagirkirî li hemû deverên ku dagir kirine rejîma terorê danîne. Li qadên dagirkirî ya dewleta Tirk bi rengekî sîstematîk êşkenceyê dike, sûcê şer dike, mirovan direvîne, înfazan dike, bi zorê dide koçberkirin, fîdyeyê dixwaze.