Li Şêrawayê mayin teqiya: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gundewarê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ji ber teqîna mayînekê du kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 mih mirin.
Li gundewarê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ji ber teqîna mayînekê du kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 mih mirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA'yê, li qadeke navbera gundên Bênê û gundê Tenibê ya navçeya Şêrawayê mayinek teqiya.
Di encamê de Xelîl Behrî Hemade (35) û zarokê bi navê Behrî Mihemed ê (8) ku pezên xwe diçêrandin jiyana xwe ji dest da.
Her wiha 20 mih mirin.