Li Kampa Holê çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin

Di şerê ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Kampa Holê digeriyan de, çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin.

Piştî êrîşa ku di 21'ê Çileyê de li dijî Girtîgeha Sînaayê ya li bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û encam negirt, vê carê jî DAIŞ'ê êrîşî Qampa Holê ku malabatên DAIŞ'î lê dimînin kir. Hemû DAIŞ'iyên ku êrîş pêk anîn ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundir ve hatin girtin. Di encama pevçûnan de jî çeteyê bi navê  Hesen Îdlîb hete kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşê ragihand ku çete di nava malbatan de xwe vedişêrin, hêzên wan ji bo parastina zarokên di nava kampan de bi baldarî tevdigerin û çeteyên DAIŞ’ê yên di nava malbatan de veşartibûn hedef girtin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku ji bo ku çete nerevin wan deverên din ên kampê dorpêç kirine.

Di wêneyê hatiye parvekirin de çete cil û bergên QSD’ê li xwe kirine.