‘Heta ji Îmraliyê agahî werin, em ê li qadan bin’

Malbatên şehîdên Rojava nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Îmraliyê dan û gotin “Heta ku em ji Îmraliyê agahiyan bistînin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Hevîn îbrahîm Hesen û Kefo Osman ên ku endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên Qamişloyê ne diyar kirin bi tecrîdê re gelê Kurd dibe hedef û  divê li hemberî vî tiştî nerazîbûn were nîşandan.

Hevîn îbrahîm Hesen ji ANF’ê re axivî û got “Heta ku ji Îmraliyê agahî werin, em ê hemû li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin. Çi bibe jî em ê dev ji vî tiştî bernedin. Heke Rêbertiya me azad bibe, em ê jî azad bibin. Di vê tecrîdê de ne bi tenê tiliya dewleta Tirk, tiliya hemû hêzên navneteweyî hene. Ji Rêbertî û gel ditirsin.”

Kefo Osman jî diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, gelê Kurd dibe hedef û got “Saziyên navneteweyî jî peywir û berpirsyariya xwe bi cih naynin.”

Osman qala çalakiyên li hemberî tecrîdê kir û got “Li hemû bajar, navçe û gundên Rojava gel bi dehan caran daketin qadan û tecrîda li ser Rêber Apo protesto kirin. Gelê me ji hemû bajaran hatin û li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Qamişloyê kom bûn. Gelê herêmê girêdayîna xwe ya bi Rêber Apo diyar kir. Gelên Rojava salek in li ser pêyan in. Rêber Apo ji bo me jiyan e.”

Kefo Osman got “Roja vejînê 4’ê Nîsanê tê” û diyar kir ew dixwazin beriya 4’ê Nîsanê agahiyan werbigirin.