Hesen: Piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ'ê dewam dike

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen diyar kir ku DAÎŞ çavkanî û piştgiriyê bi temamî ji dewleta Tirk digire û got, "Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî wan perwerde, bi rêxistin dike û dişîne."

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen anî ziman ku li dijî gef û êrişên DAÎŞ'ê, parastina gel û herêmê dewam dikin.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen ji ANF'ê re axivî.

Elî Hesen anî ziman ku piştî serketina Baxozê ya 23'ê Adara 2019'an demeke nû ya têkoşînê dest pê kir û got, "DAÎŞ bi êrişa li ser saziyên leşkerî û sivîl ên li herêmê hewl dide ku hin herêman ji nû ve bi dest bixe. Operasyonên me yên li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê dewam dikin ku ev êriş ji aliyê wan ve têne kirin."

Hesen ragihand ku dewleta Tirk êrişên DAÎŞ'ê zêde kiriye û got, "Li gel êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, DAÎŞ'ê jî li Qamişlo, Minbic û Reqayê dest bi êrişên bombeyî kir. DAÎŞ bi rêya van êrişan dixwaze terorê ji nû ve bi rêxistin bike û herêmê careke din kontrol bike. DAÎŞ çavkanî û piştgiriyê bi temamî ji dewleta Tirk digire. Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî wan perwerde û bi rêxistin dike, wan dişîne."

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen destnîşan kir ku wê li ber êrişan rabin û got, "Ji bo em terora DAÎŞ'ê bi temamî biqedînin karên me dewam dikin. Weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn em ê li ber her cûre êrişên li ser gelê xwe rabin û herêma xwe biparêzin."