'Rojava şoreşeke rasteqîn e'
Ji beşdarên Konferansa Enternasyonal a Rojava Têkoşer Lewend ê Spanî anî ziman ku Rojava xewn nîne, lê rastî ye û got, "Şoreş pêkane û em dikarin bi hev re xwe bigihînin cîhaneke nû."
Ji beşdarên Konferansa Enternasyonal a Rojava Têkoşer Lewend ê Spanî anî ziman ku Rojava xewn nîne, lê rastî ye û got, "Şoreş pêkane û em dikarin bi hev re xwe bigihînin cîhaneke nû."
Têkoşer Lewend ê ji Castîlla ya Spanyayê, li ser 1'emîn Konferansa Enternasyonal a Rojava, bandora Şoreşa Rojava ya li têkoşîna enternasyonal ji ANF'ê re axivî.
Têkoşer Lewend anî ziman ku konferans bû tecrûbeyeke gelekî girîng û got, "Ji bo me hemûyan pêvajoyeke dîrokî bû. Em hemû pêkhate li vir li hev civiyan û me gelek mesele nîqaş kirin. Ji bo rola me ya li vir û ya li welatê me bû platformeke gelekî dewlemend. Her wiha bedew bû ku me hevrêyên xwe yên li her devera cîhanê nas kir û dît ku ji bo heman armancê em têdikoşin. Di konferansê de ji bo hêsanîkirina rêxistiniya enternasyonalîstan a li vê derê biryar hatin wergirtin."
Li ser bandora Şoreşa Rojava ya li têkoşîna enternasyonal Têkoşer Lewend wiha axivî: "Şoreşa Rojava bandoreke gelekî mezin i têkoşînên enteransyonal hemûyan kir. Pêvajoyên berî û piştî şoreşê hene. Bandora bûyerên ku bi pêvajoya rizgarkirina Kobanê dest pê kir û bandor li tevahiya neteweyan kir, nabe ku ji nedîtî ve bê. Yên ku tecrûbeya Şoreşa Rojava dîtin dema li welatê xwe vedigerin vê yekê parve dikin.
Ya rast em bi îdeolojiyên cuda têne Rojava. Em hînî jiyana bi hev re, danûstandina tecrûbeyan dikin. Em xwe di ber çavan re derbas dikin, rexnedayina xwe didin û hîn dibin ku amûrên xwe biafirînin. Ev yekîtî gelekî girîng û hêja ye. Yek ji nuqteyên girîng jî fedakarî ye. Fedakariya ji bo şoreşê. Yek ji nirxên ku em li Rojava hîn bûn ev yek e."
Têkoşer Lewend herî dawî ev peyam da raya giştî ya navneteweyî, "Rojava xewn nîne, rastî ye. Em bi hev re dikarin şoreşê pêk bînin û xwe bigihînin cîhaneke nû."