'Dawiya dawî rêya berxwedanê bi ser dikeve'

Ehemd Cafer ê ji Helebê diyar kir ku PDK'ê rêya xiyanetê hilbijartiye, wan jî rêya berxwedanê danîne ber xwe û got, "Serketin her tim ya rêya berxwedanê ye."

Ehemd Cafer ji xelkê Efrînê ye. Ji bo derfetên kar diçe bajarê Helebê, dawiya sala 1989'an Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) nas dike. Bi vê yekê re li Helebê dest bi kar dike.

Cafer di destpêkê axaftina xwe de banga serfiraziyê û serhildanê ji bo gelê Kurd kir, her wiha ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayên azadiyê nîşan da.

Cafer diyar kir ku PKK partiya aştî û yekîtiya gelan e û ew jî bi ruh û can pê re ne. Cafer wiha dewam kir, "Tevgera PKK'ê ji destpêka derketina wê de ji bo mirovahiyê û mafê Kurdan hatiye damezrandin. Her wiha projeya biratiya gelan a ku niha di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye pêk anîn. Destpêkê bi damezrandina PKK'ê ev proje bi tevlîbûna Heqî Qerar, Mihemed Xeyrî Durmûş û Kemal Pîr û bi sedan mîna wan hate pêk anîn, ji ber wê tevgera PKK'ê tevgereke ji bo yekîtiya gelan hatiye damezrandin. Yanî weke seroketî jî her tim digot; 'PKK'ê ji bo Kurdan weke ji nû ve şînbûna darê hişk e'. Ji ber wê jî em bi ruh û can bi bi tevgera azadiyê ya Kurdistan û PKK'ê re ne."

Ehemd Cafer bi dewamî got, "Di dîrokê de dema ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikir, me jê re digot şerê birakujiyê. Lê vê gavê ku di vê dawiyê de birî em jê re nabêjin şerê birakujiyê; ji ber ku ji niha û şûn ve ne PDK'ê ne birayên me yên xayîn in, niha dijminên me ne û bi dewleta Tirk re dikeve hevkariyê û li dijî PKK'ê şer dike. Her wiha gihîştiye asta ku li dijî Rojava jî pilanan bi dewleta Tirk re dike."

Cafer wiha dewam kir, "Tirkiyeyê jî ji bo xwe ji fetistandina aborî û zexta hundirîn a ku ji aliyê gel ve tê kirin xelas bike, êrişan dibe ser gerîlayên azadiyê. Ew jî mixabin bi destê PDK'ê tê kirin. Yanî em dikarin PDK'ê weke lîstokekê bi destê dewleta Tirk pênase bikin."

Ehemd Cafer wiha axaftina xwe qedand: "Bila dewleta Tirk, PDK'ê û hemû dijminên Kurdên azadîxwaz baş bizanibin ku Kurdên niha ne weke berê ne. Bi saya PKK'ê û fikir û felsefeya rêber Apo çavên me li ser heqîqetê baş hatine vekirin. Ji ber wê bila dijminên me tu xeyalan di asoya mêjiyan xwe de çênekin."

Ehemd Cafer herî dawî destnîşan kir ku PDK'ê rêya xiyanetê hilbijartiye, wan jî rêya berxwedanê danîne ber xwe û got, "Serketin her tim ya rêya berxwedanê ye."

ANF | ‘Em bi ruh û can bi gerîla re ne’ (anfkurdi.com)