'Li ber êrişkariya dagirker rabin'
Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo destnîşan kir ku ji bo civaka azad, demokrasî, ewlehî û aramiya herêmê divê gelên herêmê li ber êrişkariya dagirker a dewleta Tirk rabin.
Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo destnîşan kir ku ji bo civaka azad, demokrasî, ewlehî û aramiya herêmê divê gelên herêmê li ber êrişkariya dagirker a dewleta Tirk rabin.
Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo anî ziman ku armanca êrişên nû yên dewleta Tirk tepisandin û qirkirina gelê herêmê ye.
Sebrî Nebo ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk van êrişan ne bi tenê, lê tevî PDK'ê dike û got, "Bêguman ev êriş ne tenê li dijî Başûrê Kurdistanê têne kirin. Em van êrişan weke şerê qirkirinê yê li dijî gelên herêmê dinirxînin. Ne tenê li hemberî gelê Kurd, li dijî gelê herêmê hemûyan e. Di heman demê de dewleta Tirk êrişî gelek qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dixwaze li herdu qadan jî dagirkeriyê berfireh bike."
Sebrî Nebo ragihand ku êrişa hêzên Iraqê ya li ser Şengalê nîşan dide ku Iraq jî di nava vê komployê de ye û wiha dewam kir, "Di navbera Şengalê û Rojava de dîwar tê lêkirin. Hikumeta Şamê jî ambargoyê datîne ser Şehba û Şêxmeqsûdê. Bi vî rengî dixwazin gelê Rojava bi temamî dorpêç bikin û siyaseta birçîbûnê bimeşînin. Siyaseta ku dimeşînin bi temamî ji bo şikandina îradeyê û teslîmgirtinê ye."
Nebo bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo destketiyên heyî bi deh hezaran şehîd daye, divê destketî bêne parastin û got, "Desthilatdariya Tirk ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve têk çûye. Erdogan ji bo careke din karibe di hilbijartinê de bi ser bikeve hewl dide gel bixapîne. Divê ji bo civaka azad, demokrasî, aramî û ewlehiya herêmê gel li ber vê yekê rabe."