Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Dagirker gundên Efrîn û Şehbayê bomberdûman dikin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şeraya Efrînê û yên bi ser Şehbayê bomberdûman kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Ajar, Alqemiyê, Meştel û Merenaz ên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir. Hate ragihandin ku heta niha 40 obus li van gundan ketine.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker her wiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û Semûqa û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran dike û heta niha 70 obus li herêmê ketine.

Li ser Minbîcê jî droneyên dewleta Tirk digere û saet di 12.00’an de jî artêşa Tirk a dagirker li navenda Kobanê da. Obusek li katê 3’an ê li avahiyeke ser Rêya 48’an ket.