Welatiyên Eyn Îsa berxwedana gerîla silav kir

Welatiyên Eyn Îsa û Girê Spî, êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê pêk tên şermezarkirin û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kirin.

Welatiyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hembêzkirina berxwedana gerîla meşek li dar xistin. Meşa ku li Çerxerêya Disîplîna Leşkerî dest pê kir li çar rêyên şaredariyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Girseyê timî dirûşmeyên li hemberî xiyanet û êrîşên dagirkirinê berzkirin.

Di mîtîngê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî Welîd El Ebdullah axaftinek kurt kir û diyar kir ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re zirerê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê.

Hevserokê Meclîsa Girê Spî Sebrî Nebo jî xîtabî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bang li her kesî kir ku xwedî li Tevgera Azadî ya Kurd derkevin.

Nebo, berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşan şermezar kir.