PYD: Em xwedî li têkoşîna lehengî ya gerîla derdikevin

PYD'ê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê û ENKS'ê da û got, "Em ê piştgiriyê bidin têkoşîna lehengî ya gerîla."

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li gel êrişa giştî ya hevpar a dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser gelê me û gerîlayên azadiyê, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li şûna ku li dijî siyasetên qirkirinê derkeve, partiya me bi şewitandina nivîsgehên xwe û bi terorê tawanbar dike. Ev yek asta hevkariya wê bi dijminên gelê me re xuya dike ku êdî heman zimanê dijmin bi kar tîne û heman tevgerê nîşan dide.

ENKS'ê ku heta niha li dijî dagirkeriya Tirk ku gelek herêmên Sûriyê dagir kirine, tu daxuyanî nedaye û hîna girêdayî Îtîlafê ye, gelek şerm e ku êrişî partiyeke ku şoreşekê bi rêve dibe û bi hezaran şehîd dane, bike.

Li şûna ku sekreteriya giştî ya ENKS`ê ragihîne ku piştigiriya siyasetên dijminane yên li dijî gelê Kurd dike, diviyabû li rex gelê xwe bisekine û nerazîbûnên nîştimanî nîşan bide. Bang li PDK`ê bike ku dev ji lihevkirina xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

Ev êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê êrişên li dijî hebûn û nasnameya me ye, divê em bi vîneke ji pola li hember van êrişan bisekinin. Em bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê dikin ku helwesteke cidî li hember kesên bi çarenûs û paşeroja gelê me dilîzin û bazaran dike nîşan bidin.

Em ajantiyê û hevkariyê red dikin û helwestên şermok ên ENKS`ê şermezar dikin. Careke din destnîşan dikin ku çawa gerîla piştgiriya gelê me yê li Kobanê, Hewlêr, Kerkûk, Mehabad û Amedê kir, em ê jî piştgiriya berxwedana wan a destanî bikin.

Îro roja parastina rûmet û hebûnê ye. Divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê li rex şervanên azadiyê li hember siyasetên xiyanet û qirkirinê bisekinin."