Li Kobanê şehîd hatin oxirkirin

Ji bo şervanên YPJ’ê Cîhan Elî, Ronahî Kobanê û Dilar Heleb ên di 20’ê Nîsana 2022’an di encama êrîşa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de li Kobanê şehîd bûn, li Goristanaf Şehîdan a Şehîd Dîcle meresima oxirkirinê hate lidarxistin.

Ji bo şervanên YPJ’ê Cîhan Elî, Ronahî Kobanê û Dilar Heleb ên di 20’ê Nîsana 2022’an de di encama êrîşa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de li Kobanê şehîd bûne, li Goristanaf Şehîdan a Şehîd Dîcle meresima oxirkirinê hate lidarxistin. Di meresimê de gerîlayên HPG’ê Barîn Şîlan (Şemse Elî) ku di sala 2017’an de li Kato û Rêdûr Kobanê (Ferhat Ehemed) di 17’ê Nîsana 2022’an de li Zapê şehîd bûyîn hatin bîranîn. Di meresimê wêneyê şehîdan hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin“ hatin berzkirin. Di meresimê de ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hate girtin.

Di meresimê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Cîbxîkar ya Herêma Firatê Amîna Bekir axivî. Bekîr anî ziman ku dijmin ji bo deskeftiyên me ji holê rake bi hemû rêbazan êrîş dike û wiha got: “Gelê me xwe bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêxistin kirine. Lê belê dijminê vî gelê ji bo tunekirina vî gelî û têkbirina modela Neteweya Demokratîk bi awayek hovane êrîş dike.“

‘BERXWEDANA GERÎLA‘

Di berdewama axaftina xwe de Amîna, berxwedana gerîlayên azadiyê ya li Zap û Metîna silav kir û ev tişt got: “Em ji dagirkeran re dibêjin, gelê Kobanê bi têkoşîn û berxwedana xwe tê naskirin. Em ê timî li pey şopa şehîdan bin û ala berxwedanê hildin jor.“

SOZA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Piştre ji Fermandarên QSD'ê Mehmûd Kobanê jî axivî û soza bilindkirina têkoşînê da û got: "Şehîdxistina şehîd Dilara hedefgitina hemû kesayetên têkoşer ên bi hêz in, her wiha hedefgirtina jina berxwedêr e ku çeteyên hovane têk birin.“

‘EM Ê DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN‘

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurdistan Koçer jî axivî û got: "Êrîşên li dijî gelê me û têkoşerên me dewam dikin. Di heman demê de hovîtiya dagirkeriya Tirk a li çiyayên Kurdistanê zêde dibin, lê li hemberî wê jî derbên giran dixwe. Em soz didin şehîdan ku em ê li ser xeta wan bimeşin û dagirkeriyê têk bibin. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin ku ji planên dijmin hişyar e. Divê em bi hev re civaka xwe ji xayîn û sîxuran paqij bikin."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin.

Di dawiyê cenazeyê  Cîhan Elî (Kobanê), Rodîn Mihemed (Ronahî Kobanê), li goristana Şehîd Dicle hatin definkirin. Cenazeyê şehîd Dîlara Heleb ber bi Şehbayê ve hate rêkirin ku dê li wir bi merasîmekê were definkirin.

Meresim bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.