Malbatên şehîdan û gaziyan êrîşên dagikirinê şermezar kirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li gelek navendên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê gelek saziyan ve hatin şermezarkirin.

Bertekên li dijî êrîşên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de, ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dikin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê û Federasyona Gaziyan a Reqayê bi beşdabûna, bi sedan welatiyan, di nav de şêx û rûspiyan daxuyanî li naverasta bajar da.

Di daxuyaniyê de êrîşên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de ji aliyê hikumeta Iraqê ve hatin şermezarkirin. Her wiha hate gotin ku êrîş û lêkirina dîwar vîna gelê azad naşkîne.

MINBIC

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê û birîndarên şer bi daxuyaniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Daxuyanî li goristana Şehîdan a Minbicê ji aliyê Melîsa Malbatên Şehîdan Hesna Zahir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û hate gotin, dewletên komploger her tim hewl dide vîna gelên azad bişkînin.

Her wiha bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û dewletên garantor ên li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin: "Bi bêdengiya xwe dibin hevkarên sûcan."