Bi hezaran şêniyên Efrînê xwedî li berxwedana gerîla derketin

Koçberên Efrînê diyar kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên PDK alîkariyê dide wê, ewê xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Bi hezaran koçberên Efrînê û welatiyên Şehbayê bi xwepêşandaneke girseyî piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê nîşan da û îxaneta PDK’ê şermezar kir.

Xwepêşandan ji çerxerêya sereke ya li navenda Til Rifetê destpê kir. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û alên PKK’ê û pankartên şermezarkirina PDK’ê hatin hildan.

Xwepêşandan li kolana sereke ya navçeyê gerî û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê hildan.

‘MALBATA BARZANÎ NİKARE VÎNA WELATİYÊN EFRÎNÊ Û KURDÊN KURDİSTANÊ BİŞİKÎNE’

Li qada sereke ya li navçeyê xwepêşandan vegerî mîtîngê, piştre li ser nave meclisa navçeyên Til Rifetê û Şêrawa endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Şêrawa Dilsoz Efrînê axivî û berxweana gerîla silav kir û wiha got: "Malbata Barzanî nikare vîna welatiyên Efrînê û Kurdên Kurdistanê bişikîne."

Dilsoz Efrînê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzanî hewl didin PKK’ê tesfiye bikin, divê berî PKK’ê, 60 milyon Kurd li Kurdistan û cîhanê tesfiye bikin û paşê bi PKK’ê bifikirin.

Dilsoz Efrînê wiha domand: "Îxaneta malbata Barzanî ne ji îro de ye, lê belê ji kevn de ye. Ferdên vê malbatê li gel dewleta Tirk Kurdistanê parçe dikin û dagir dikin.

Têkildarî kesên îxaneta malbata Barzanî li gel dewleta Tirk a dagirker Dilsoz Efrîn ev tişt got: "Nefikirin ku hûn ê rojekê li ser hesabê bi hezaran kedên şehîdan û HPG’ê Kurdistanê ava bikin û tê de dîktator bin. Xewna we pêk nayê."

Li dawiyê Dilsoz Efrînê banga bilindkirina têkoşîn, berxwedan û destekdayîna ji berxwedana gerîla re kir.

Piştre endama rêveber a Kongra Star li navçeyên Til Rifet û Şêwara Rîhane Elo axivî û bang li hevkarên ji malbata Barzanî kir ku ji rêya xwe ya îxanetê vegerin û bila destê we bi xwîna gerîla nebe û wiha got: "Em kiryarên wan ji bîr nakin û naborînin."

Rîhane Elo da zanîn ku dijminên gelê Kurd û Kurdistanê êrişî wan dilin û malbata Barzanî jî tevkariyê dike.

Rîhane Elo di dawiyê de got jin pêşengê şoreş, berxwedan û têkoşîna li hember êrişên dagirkeriyê ne.