Dest ji lingên xwe berda, ne ji meşa şoreşê

Deştî zarokê Efrînê, dilê Helebê, lehengê Kobanê êşa Tebqayê bû. Li Kobanê du lingên xwe ji dest da, lê meşa xwe ya şoreşê dewam kir, heta ku gihîşt hevalên xwe ku di kemîneke xayin de bi 13 fîşekan şehîd bû.

Deştî Amanos (Dildar Henan) ku ji zarokatiya xwe ve di nava kedê de mezin bû û di ciwantiyê de dest bi meşa şoreşê kir, li Heleb, Efrîn, Kobanê û Tebqayê têkoşiya. Birîndar bû, rabû ser xwe; careke din birîndar bû, lê nesekinî. Deştî Amanos 6'ê Kanûna 2017'an li Mehmûdiyê ya Tebqayê di kemînekê de şehîd bû.

Deştî Amanos li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya Efrînê sala 1993'an ji dayik bû. Piştî ku Seyfî Cîhan ê ku li Efrînê weke 'Deştî' dihate naskirin 2'ê Cotmeha 2013'an şehîd bû, di sala 2014'an de tevlî nava refên YPG'ê bû. Biryar da ku bi navê Şehîd Deştî li ser şopa wî bimeşe. Pitşî perwerdeya şervanên nû li Basîfonê tevlî karê çeperê bû, lê belê bi biryar pêşniyar kir ku biçe Kobanê. Deştî ku dilsozê malbata xwe, kevir, darên zeytûnê û xaka Efrînê bû, Kobanê jî weke parçeyek ji Efrînê didît.

Deştî di dema çûyîna Kobanê de wiha diaxivî: "Em bi komeke mezin çûn Kobanê. Çiqasî li ser Kobanê biaxivim ne diqede ne jî ez dikarim qalê bikim. Ya ku li Kobanê qewimî li cihekî din neqewimiye. Diviyabû em biçûna Girê Miştenûrê, lê belê dema ku em gihîştin cihê xwe tenê taxek di destê hevalan de mabû."

DI SAETA DESTPÊKÊ YA KOBANÊ DE ŞEHADET

Piştî ku gihîştin Kobanê bi du saetan, dît ku Pêşeng şehîd bûye ku ji Efrînê heta Kobanê bi coş û kelecaneke mezin bi rê ketibû. Vê şehadetê bandoreke giran li Deştî kir. Deştî soz da ku armanca xwe ya azadkirina Kobanê pêk bîne. Piştî Pêşeng, Egîd, Destîna, Hamza, Cûdî û Xemgîn şehîd bûn.

LINGEKÎ WÎ JÊ BÛ, YEK JÎ PARÇE BÛ

Dema ku cara yekemîn birîndar bû wezîfedarê cebilxaneyê bû. Ji bo bikaranîna kepçeyê çû Girê Miştenûrê, lê firsend nedît: "Bombardûmaneke giran a hawanan hebû. 400 hawan tenê avêtibûn taxa 48'an. Li gel hawanan wesayitên bombeyî jî amade kiribûn. Bi carekê ve gelek wesayitên bombebarkirî bi rê ketin û hevala Sorxwîn li ser cîhazê agahî da. Dema ku min xwest ji odeya lê me derkevim derve, hawan li ber derî ket û ez ketim erdê. Min xwest rabim ser piyan, lê belê lingekî min jê bûbû, lê din jî parçe bûbû. Destê min şikestibû, nekarîbûm rabim. Ji xwe lingê min ê din jî jê bû. Hevala Sorxwîn birîndar bû, lê belê Apê Osman şehîd bû. Heval hatin ji bo me bibin. Wê min rakiribûna, lê min nehişt. Min ji wan re got ku bila hevala Sorxwîn û Apê Osman bibin, herî dawî bên min bibin. Ji wan hebûn ku ez ê şehîd bikevim, lê belê min ji wan re got 'ez ê şehîd nekevim, ez ê dîsa bêm'.

CAREKE DIN HATE KOBANÊ

Deştî ku tedawî bû û êdî xaziyê Kobanê bû, piştî ku Kobanê rizgar bû careke din hate Kobanê, lê belê gelek hevrêyên wî tune bûn. Deştî ne tenê lingên xwe, hevrêyên xwe ji dest da; ji bo birînên xwe biçête zend û bend ba da. Deştî yê KObanê di nava gel de hate hezkirin, naskirin. Herdu lingên xwe ji dest da, lê belê ti carî bi çavê xazî li xwe nenihêrî. Li ser sedema wê jî wiha digot, "Kengî hêjayî pênaseya Rêber Apo ya li ser 'şehîdên sax' bibim hingî ez ê xwe weke xazî bibînim. Heta ku daxwazên Rêber Apo bi cih bînim ez ê ji xwe re nebêjim xazî. Gava ku hêjayî Rêber Apo bûm hingî ez ê xazîtiyê qebûl bikim. Hevrêyên min ên leheng hene. Yek ji wan jî Heval Mahsûm e ku çavekî xwe winda kir û li Efrînê şehîd bû. Digot, 'min çavekî xwe da, lê belê hînê ji bo partiyê min tiştek nekir, divê tiştekî hîn hêjatir bikim, ji çav hêjatir divê tiştekî bidim partiyê'."

BERSIVA HERÎ MEZIN A LI DIJÎ DIJMIN

Li ku derê êrişek bibûya dixwest biçûya wê derê. Rojekê xwe neda alî û her kêlî amade bû. Mîna berê nikarîbû li eniyê cih bigire jî zanî bû ku şer tenê li eniyê nayê meşandin: "Di dema şer de tu dikare bi pênûsa xwe jî şer bike. Bi zimanê xwe jî dikare şer bike. Eger dijmin zanibe ku hevalên xazî têkoşîna xwe dewam dikin, xwe bi pêş ve dibin û perwerde dikin, ev yek wê bersiva herî mezin be."

JI KOBANÊ HETA EFRÎNÊ

Piştî Kobanê sala 2015'an derbasî warê xwe Efrînê bû. Dema xwe bi giranî da hevrêyên xwe yên birîndar. Li Şehbayê sala 2016'an di dema şerê giran de ji bo hevrêyên xwe yên birîndar ziyanet bike her roj çû nexweşxaneyê, moral da hevrêyên xwe. Heta derengiya şevê ji bo hevrêyên xwe bû doktor, hemşîre, hunermend, komedyen.

JI BO PERWERDEYÊ BERÊ XWE DA CIZÎRÊ

Deştî bi pêşniyara xwe ji bo tevlî perwerdeyê bibe çû Herêma Cizîrê. Di sala 2017'an tevlî Perwerdeya Şehîd Rizgar Wan Gazî bû. Dîsa jî ji hevalên xwe yên birîndar qut nebû, vê carê berê xwe da Tebqayê. Baweriya bi Deştî kikr ku berpirsyariyên mezin ji bo wî çêbibin. Piştî rizgarkirinê ji Tebqayê hate wezîfedarkirin ku komîteyeke nû ava bike, xaziyan li hev kom bike. Li Tebqayê di demeke kurt de bi sedan xazî li hev civand, perwerde kir û piştgirî da.

BI 13 FÎŞEKAN TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ

Deştî Amanos 6'ê Kanûna 2017'an li gundê Mehmûdliyê yê Tebqayê dema ku bi erka xwe radibû di kemîneke xayin a dijmin de bi 13 fîşekan birîndar bû. Li gel hewldanan jî tevlî karwanê şehîdan bû.