Arîn û Rêvan rewş guhertin

Arîn Mîrkan û Rêvan yek ji fedaiyên ku di sala 2014’an de êrîşên DAÎŞ’ê ku bi desteka dewleta Tirk ji bo dagirkirina Kobanê dest pê kiribû, rawestandin. Di nava kesên ku li Rojava rewş guherandin de cih girtin.

Dema ku DAÎŞ'ê ber bi Kobanê ve bi pêş ve diçû, gihişt Girê Miştenûr, pevçûnên dijwar qewimîn û di 5'ê Cotmeha 2014'an de dema hewl dida Girê Miştenûr bigire, Arîn bi çalakiyeke fedaî, asta berxwedanê derbasî qonaxeke din kir. Ne tenê Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê jî çalakiya fedaî li dar xist û di Berxwedana Kobanê de bal kişand ser cesaret, kûrbûn û dilsoziya jinan a ji bo axa xwe.

Arîn Mîrkan (Dilara Kênc) di sala 1992’an de li gundê Mîrkan (Husê) yê navçeya Mabata ya Efrînê ji dayik bûye. Arîn a ku li gundê Mîrkanê xwendina xwe qedandiye. Dema ku diçû dibistanê di destê wê de bazinek ku bi nivîsên Kurdî neqiş lê hatiye kirin hebû. Ji ber mamosteyê wê heqaret li zimanê Kurdî kiriye, gelek bi hêrs dibe. Ji bo Arîn a ku beriya vê bûyerê bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve girêdayî bû, êdî rêyek nû derdikeve holê. Di sala 2007’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe. Arîn Mîrkan bi kesayeta xwe ya dostane, germ, xurt û bi taybetmendiyên xwe yên kûr di ramanê de di demeke kurt de bû milîtana têkoşîna jinê. Bi şerê Kobanê re ji bo azadiya gelê xwe û parastina xaka ku lê dijî, tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû.

Bi çalakiya Arîn a li Girê Miştenûr, berxwedana Kobanê derbasî qonaxeke din bû. Çavê cîhanê li Kobanê û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû. Di 6-7-8’ê Cotmehê de li Kurdistanê bi taybet li Bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Xwepêşandan li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî belav bûn. Li gelek bajarên cîhanê dostên Kurdan daketin qadan.

Rêvan Kobanê (Medîna Mamo) di sala 1994'an de li Kobanê ji dayik bû, di sala 2014'an de tevlî Tevgera Azadiya Kurd bû. Rêvan ku di eniya herî pêş a Berxwedana Kobanê de cih digire, pêşengiya şerên dijwar ên li gundan dike. Li Kobanê ku lê ji dayik bû û mezin bibû, di dema pevçûnên herî dijwar de, xwe di nava çeteyên DAÎŞ’ê de teqand û bi çalakiya fedaî rêya şerê hebûn û tinebûnê guhert.

Arîn û Rêvan ku sembolên Şoreşa Rojava ne, roleke mezin di bidestxistina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê de lîstin. Bi çalakiyên fedaî yên ku Kobanê ji DAÎŞ'ê re kirin goristan, rola jinê di dîrokê de careke din piştrast kirin.