Dewleta Tirk li Efrînê du kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a girêdayê Kantona Efrînê du kes revandin.

Li gor çavkaniyên herêmî, çeteya ‘’Ewlehî’’yê ku dewleta Tirk ji hêzên xwe yên paramîlîter ava kiriye, ji navenda navçeyê Salih El Ehmed Casim (41), ji gundê Qirba Telal Ebdulrehman Mûsa (31) revandine.

Nayê zanîn ku her du kes birinê kû derê.

Dewleta Tirk, li herêmên dagirkirine bi awayekî sîstematîk sûcên şer dike.

Sûcên wek revandin, înfaz, êşkence, xwestina fîdye, talan û xesp her roj tên kirin.

Roja 27’ê Îlonê jî çeteyên Sûltan Mûrat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê ya Efrînê 5 kes revandin û kesê nezanî ew bi kû ve birine.

Dewleta Tirk, 13’ê Îlonê li navenda Efrînê û gundên wê herî kêm 13 kes revandin.

Li Kantona Efrînê tenê di meha Hezîranê de herî kêm 45 kes hatin revandin. Ji meha Adarê ya sala 2018’an ku dagirkerî destpê kiriye heta niha bi hezaran kes hatine revandin, hêj jî aqûbeta gelek kesên revandî diyar nebûye.