Şêniyên Hesekê serdana konê şînê yê Mihemed û Sîno kir

Şêniyên Hesekê bi girseyî serdana konê şînê yê ji bo şehîd Zeyneb Mihemed û Nermîn Sîno hatibû danîn, kirin.

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da konê şînê yê Hevseroka Buroya Edaletê Zeyneb Mihemed û şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nermîn Sîno (Bêrîtan). Konê şînê li taxa Til Hecer a Hesekê hate danîn.

Zeyneb Mihemed di 27’ê Îlonê de di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li çerxerêya gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê şehîd bû. Nermîn Sîno jî dema li bajarê Tebqayê erka xwe pêk dianî, şehîd bû.

Di merasîmê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endama meclîsê Rojda Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest. Rojda Ehmed anî ziman ku roja ku hevala Zeyneb şehîd bû, artêşa Tirk a dagirker gundê Mişêrfa û El Esediyê yên navçeya Zirganê topbaran kirin û got: “Di encamê de zarokên bêguneh bûn qurbanî.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker lawazbûn û binkeftina wê li pêşiya hêzên me yên ku ji bo azadiya gelê xwe fedakariyên giranbiha dikin, nîşan dide."

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb axivî û got: “Şehîd Zeyneb bi keda xwe ya bênavber, nûnertiya felsefeya demokratîk kir. Bi moraleke bilind tê koşiya, heta ku gihişt asta şehadetê."

Silêman Ereb bal kişand ser têkçûna planên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: "Niha jî bi balafirên xwe yên bêmirov ên biçek hewl dide aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.”

Silêman Ereb her wiha rexne li bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta dagirker kir.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya herêma Cizîrê Şiyar Hesekê jî soza xwe ya şopandina rêya şehîdan nû kir û got: "Em Hêzên Sûriya Demokratîk soza xwe ya şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina azadiya gelê xwe nû dikin."

Şiyar Hesekê wiha domand: "Em hêz û vîna xwe ji malbatên şehîdên xwe digirin. Em ê bi vê îradeyê teqez dijmin têk bibin."

Merasîma sersaxiyê bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.