Çeteyan li Efrînê welatiyek din revand

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li taxa Sîna ya navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî welatiyê bi navê Ebdo Welîd Sîdo revand û bir cihekî ne diyar.

Çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî“ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, duh li ser taxa Sîna ya navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî de girtin û welatiyê bi navê Ebdo Welîd Sîdo revand û birin cihekî ne diyar.

Hate zanîn ku Sîno bi hinceta li gel birayê xwe yê li Şehbayê peywendî çêkiriye hatiye revandin.“Polîsên Sivîl” a ku bi awayek sîstematîk û keyfî sûcan dike, di 2’ê Cotmehê de li Cindirêsê 4 kes, 28’ê Îlonê jî li navenda Cindirês û gundê Qirbayê du kes, di 27’ê Îlonê de jî rêxistina çeteyan Sûltan Mûrad a dewleta Tirk, li navçeya Bilbilê 5 kes revandîbûn.

Dewleta Tirk bi awayek sîstematîk li herêmên dagirkirî, sûcên xwe yên şer didomîne. Sûcên weke revandina mirovan, înfaz, êşkence, fîdye, talan û xesp bi rojane dewam dikin.