Şervanekî HRE'yê şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Zanyar Xelîl (Zinar Efrîn) di 2'yê Cotmehê de dema bi erka xwe radibû, gihîşt şehadetê.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Hevrêyê me Zinar Efrîn roja 2’yê Cotmehê dema li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihîşt şehadetê.

Hevrê Zinar ji bajarê Efrînê ye ku bi nirxên xwe yên Kurdayetiyê girêdayî ye mezin bûye. Çanda welatparêziyê ya malbatê û derdora wî li ser hevrêyê me Zinar jî bi awayekî berbiçav bandor kiriye. Yek ji berxwedêr û têkoşerê Berxwedana Serdemê ya Efrînê hevrê Zinar, çawa ku bayê Şoreşa Rojava yê ku mirovên dilê wî ji bo azadîyê lê dida bandor kir ew jî ji vî bayî bandor bû. Hevrê Zinar bi ruhê ciwantiyê tevlî karên şoreşê bû. Di rojên reş û tarî de, di demên tengasiyê de xwe neda kêlekê û cihê xwe li eniya pêş girt. Berpirsyartiyên xwe yên li hember gel û erkên neteweyî yên parastina welatê xwe di dem û wextê xwe da pêk anî. Her tim êşa gelê xwe êşa xwe hîs kir û ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê her tim amade bû. Lê mixabin dilê wî yê mezin zêde li ber xwe neda.

Herçi qas me bi fîzîkî hevrêyên xwe wenda kiribe jî me ew spartiye dilê xwe û bi ruhê wan ê zindî meşa xwe ya azadiyê bimeşînin. Em wek hevrêyên Zinar û şopdarên lehengên xwe di wê îdia û biryarê de ne ku wê rojekê hemû heviyên wan pêk bînin. Soza me serketina me be. Em di serî de sersaxiyê ji malbata şehîdê xwe re û gelê xwe yê bi rûmet re dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Zinar Efrîn
Nav û Paşnav: Zanyar Xelîl
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Ismet
Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê Cotmeha 2022.”