Kongra Star ji bo du hevserokên hatin şehîdkirin peyama sersaxiyê da

Kongra Star bi daxuyaniyekê her du hevserokên Buroya Edaletê ya Girkê Legê yên doh di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn bi bîr anî û bêdengiya hêzên navnetewî şermezar kir.

Koordînasyona Kongra Star têkildarî şehadeta hevserokên Buroya Edaletê ya Girkê Legê ya ji ber êrîşa balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Koordînasyonê da zanîn ku jina birêxistinkirî tune nabe.

Daxuyaniya koordînasyonê bi vî rengî ye;

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser gel û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heya niha, kêlî bi kêlî  û bê navber didomin û ranawestin.

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi riya balefirên bê mirov û bi çekan barkirî, pêşengên civaka me tên hedefgirtin, da ku tirs û xofê bixin dilê gelên herêmê yên ku di şoreş û mafên xwe de bi israr in û gav ji projeya xwe paş de navêjin.

 Ev êrîşên hovane yên ku dewleta Tirk pê radibe, tevahî li ber çavên cîhanê diqewimin, li hemberî van kiryar û êrîşan jî bêdengiyek a dewletên navnetewî heye.

Ji ber ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke nû ava dikin, sîstemek li ser bingehekî nû ye ku feraseta azadiya jinê têde misoger e, ji bo wê jî her ku diçe êrîşên dewleta Tirk a qirker li ser jinan û bi taybet li ser jinên ku pêşengiyê ji şoreşa Rojava re kiribûn û dikin zêdetir dibin.

Îro di saetên piştî nîvro de, di encama lêdana balefireke bê mirov de wesayîtek ku tê de hevserokên Buroya Edaletê, Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero ku li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

Em jî weke rêxistina jin Kongar Star, di serî de vê êrîşê şermezar dikin û em dizanin ku heyanî ku dawî li sîstemên sitemkar û hişmendiya desthilatdar bê anîn, wê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û qirker bi dawî nebe.

Dîsa em dewletên navnetewî û bêdengiya wan şermezar û lanet dikin û wan wekî şirîkên dewleta Tirk dibînin.

Lê bila her kes bizanibe ku jina birêxistinkirî tune nabe. Jina perwerdekirî dawî li jiyana wê nayê. Jina ku bûye lêgerînvana azadiyê wê her zindî be.”