Di encama êrîşa balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk de ya li Gundê Til Ceman a 5 kêlometre dûrî navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Cizîrê, Hevserokên Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero hatibûn qetilkirin.
Li ser banga meclîsên malbatên şehîdan ên Hesekê û Qamişloyê bi hezaran welatiyên ji Hesekê, Qamişlo û bejahiya wê ji bo Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero li Şehîdgehên Şehîd Dijwar û Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.
Di merasîmê de li gel hezaran welatiyên Herêma Cizîrê, şandeya Rêveberiya Xweser, 7 meclîsên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî û saziyên sivîl amade bûn.
Bi merasîmeke heybet cenazeyên şehîd Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero hatin veşartin.