QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSD’ê, îdiaya dewleta Tirk ku 23 şervanên wan şehîd xistine derewand.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê weşand de wiha got: “Wezareta Parastinê ya Tirk, bi daxuyaniyên ku 27-28’ê Îlonê dan, îdia kir ku 23 şervanên me şehîd xistine. Lê tu rastiya van îdiayan nîn e.“