Di êrîşa dewleta Tirk a li ser Zirganê de 2 welatî şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker gunden Mişêrfê û Esediye yên girêdayî Zirganê topbaran kirin. Di encama topbaranê de du welatiyên ji Mişêrfê şehîd bûn û di nav de zarok jî 5 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê, gundên Esediye û Mişêrfê yên bakur û rojavayê navçeya Zirgan a Kantona Hesekê topbaran kirin.

Di encama topbarana bi ser gundê Mişêrfe de 2 welatiyên bi navên Nayif Ebdulqadir Hiyawî û Rîma Ehmed Îsmaîl Hiyawî şehîd bûn.

Her wiha zarok jî di nav de 5 welatiyên din birîndar bûn. Navê kesên birîndar jî wihane: Rehef Qetaf, Heca Hiyawî, Cûdî Hiyawî, Dinya Îsmaîl û Fayiz Hiyawî. Birîndar li nexweşxaneya gel a navçeya Dirbêsiyê û nexweşxaneyên Hesekê têne dermankirin.