Hevserokên Buroya Edaletê di êrîşa dewleta Tirk a li Girkê Legê de şehîd bûn

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ragihand ku di êrîşa bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a li nêzê Girkê Legê de Hevserokên Buroya Edaletê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şêro şehîd bûne.

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal weşand de, da zanîn ku hevserokên Buroya Edaletê yên herêmê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira biçek a bêmirov de şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye: “Hevserokên Buroya Edaletê yên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şêro di encama êrîşa bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Em bi serbilindî radigihînin. Bila serê hemû malbatên şehîdan sax be û em soza çûyîna di rêya şehîdan de dubare dikin. Şehîd namirin.“