Rêveberiya Herêma Cizîrê êrîşa terorî ya dewleta Tirk şermezar kir

Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê qetilkirina Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, protesto kirin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêş navenda Meclisa Rêveber a li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê ji aliyê Cîgira Hevserokatiya Meclisê Ahîn Siwêd ve hat xwendin û hemû deste, nivîsgeh û komîteyên girêdayî meclisê tê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi hedefgirtineke hovane û terorî ya nû ya dagirkeriya Tirk bi rêya balafirên bêmirov ên biçek, balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker duh saet di 13:50’an de erebeyeke girêdayî saziyên Rêveberiya Xweser hedef girt. Di wesayîtê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê hatin şehîdxistin.

Her wiha di saetên êvarê de gundên Zirganê bi çekên giran hatin topbarankirin, di encamê de 2 zarokên bi navên Rîma Ehmed Îsmaîl (14) û Nayîf Ebdulqadir (14) şehîd bûn û 6 kesên din birîndar bn ku di nav de zarok û jin hebûn.

Ev karên hovane berdewama şerê qirkirinê yê dewleta tirk a faşîst a li dijî gelên herêmê û hedefgirtina saziyên Rêveberiya Xweser e, yên ku ji bo xizmeta gelên herêmê, ewlehî û îstiqrara wan kar dikin, her wiha bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û derbekirina projeya Rêveberiya Xweser tê kirin.

Hedefgirtina rêveberiyên me yên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê hemwextî operasyonên hêzên me yên ewlekariyê û yên leşkerî bi hevkariya Koalîsyonê ji bo tunekirina şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê ku dagirkeriya Tirk piştevaniya wan dike, tê kirin. Piştî ku hewldanên wan ên kontrolkirina girtîgeha Sînaa ya Hesekê û îlankirina xîlafetê li kampa Holê bi bin ketin, hewl didin aramiya herêmê têk bibin û hemû hewldanên ji bo tunekirina xeteriya DAIŞ’ê û bi taybet li girtîgehan ku bi hezaran DAIŞ’î tê de ne, qels dikin.

Em van karên terorê yên dagirkeriya Tirk şermezar dikin û wekî sûcên şer ên li diî mirovahiyê dihesibînin. Em civaka navneteweyî, Koalîsyonê, Rûsyayê berpirsê komkujî, kuştin û wêraniya ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, nîşan didin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin. Em soz didin hevrêyên xwe yên şehîd Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero ku em ê parastina destkeftiyên gelê xwe û aramiya herêmên xwe bidomînin.”