Cenazeyê şehîd Menhel Mihemed hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Menhel Mihemed, bi merasîmek girseyî hate veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê beşdarî merasîma veşartina şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Menhel Mihemed bûn. Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Menhel Mihemed duh (Duşem) dema ku li eniyên şer ên bajar erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bibû.

Di merasîmê de endamê rêveber ê navçeya Sirînê, Ezîz Ehmed axivî û destnîşan kir ku ew li ser şopa şehîdan e û wê tola wan hilînin.

Ezîz Ehmed da zanîn ku rêya bi xwînê hatiye xêzkirin wê bibe sedema serkeftinê û ew li ser vê rêyê dimeşin û ne poşman in.

Ehmed wiha domand: “Dijminên me gelek in û bi rêya çeteyên xwe yên ku bûne koleyên pereyan hewl didin herêmên me xirab bikin. Ji ber vê yekê em ji van çeteyan re dibêjin ku ji bo parastina herêm û rûmeta xwe em çekan hilgirin, lê hûn ji bo wêrankirina vî welatî şer dikin û wijdanê xwe difiroşin ên ku zêdetir pereyan dide we. Wê serkeftin a me be û wê dîrok lanetê li we bîne."

Ezîz Ehmed ragihand ku her dilopa xwîna şehîdan û her rondikek ku ji çavê dayikekê li ser kurê wê yê şehîd bariyabe, wê bibe agirê şoreşa azadiyê.

Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê nasnameya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a navçeya Sirînê hat veşartin.