Xelkê Serêkaniyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Serêkaniyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê koçber bûne, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kampa Wasûkanî ya dikeve rojavayê Hesekê meşiyan.

Şêniyên Serêkaniyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê koçber bûne, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kampa Wasûkanî ya dikeve rojavayê Hesekê meşiyan.Bi sedan koçber, endamên meclîsa kampê û endamên saziyên civaka sivîl ên ku li wir dixebitin, tev li meşê bûn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Meş li ber navenda Meclîsa Kampa Waşûkanî dest pê kir û li bazara kampê veguherî mitîngê. Di mitîngê de li ser navê meclîsê daxuyaniyek hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama meclîsê Cemîla Hemo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker li dijî doza Rêber Abdullah Ocalan rê li ber pêkanîna qanûnên navneteweyî digire. Rêbertî di encama komployeke navneteweyî de sala 1999'an dîl hate girtin. Ev qanûn veguheriye sîstemeke takekesî ya girêdayî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û dîktator. Bi hinceta cezayên dîsîplînê yên ku li ser wî ferz dike, rê nade ku Rêber Apo bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Di 30’yê Tebaxa derbasbûyî de, desthilata faşîst a Tirk li xwe mikur hat ku Rêber Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê hatiye dûrxistin û ev jî belgeyeke din a binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wê baweriyê de ne ku hemû komplo û pêkanînên dewletên komploger, bi taybetî yên dewleta Tirk a dagirker, ne ji valahiyekê hatine. Lê belê, encama têgihiştina emperyalîzma cîhanî ya li ser xeteriya helwest û nêrînên siyasî yên Rêber Abdullah Ocalan e.

Ew metirsiyê di pêşkêşkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan de dibîne ku banga jiyana hevbeş a aştiyane di navbera hemû pêkhate û gelên Rojhilata Navîn de dike. Ew dizane ku îdeolojiya Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û çareserkirina krîz û pirsgirêkên li tevahiya Rojhilata Navîn e.

Em bang li gelên çar parçeyên Kurdistanê û gelên demokratîk dikin ku hewlên xwe bikin yek da ku zextê li saziyên navneteweyî û dadgehên Ewropayê bikin, ji bo ku ew jî dewleta Tirk a dagirker neçar bike ku Rêber Apo azad bike, hesabê sûcên dewleta Tirk yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bipirse û dawî li dagirkeriya wê ya li herêmên dagirkirî bîne."