Jinên Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek lidar xistin

Bi sedan jinên Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û xwesin ku rayedarên dewleta Tirk ên sûcê şer dikin bên darizandin.

Bi sedan jinan li Reqayê, li ber nexweşxaneya watanî ya li bajêr kom bûn û dest bi çalakiya xwe kir û heta çerxerêya El Neîm meşiyan.

Li çerxerêyê berdevka Komûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Hesen daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî mirovahiyê li dijî gelê Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan hewl dide vîna gelan û jinan bişkîne û wiha hat gotin: “Herî dawî dewleta Tirk a dagirker hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd xistin. Em van êrîşan şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de her wiha bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku li herêmê pergaleke nû li ser bingeha azadiya jinan tê avakirin, lewma dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku armanca sereke ya êrîşan şkandina vîna jinan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser, derxistina tevlîheviyê li herêmê ye da ku dagirker armanca xwe ya avakirina “herêma ewle” pêk bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya hêzên garantor Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYE’yê hat şermezarkirin û banga rawestandina êrîş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û darizandina sûcdaran hat kirin.